Li Amerîka û Kanada Zêdetirî 250 Mîlyon Kes Di Bin Bandora Zivistana Reş de Ne

Dîmeneke ji şert û mercên heweya sar yên zivistanê, Eyaleta Indiana, Amerîka ,23 Berfabar, 2022

Li Amerîka û Kanada jiber şert û mercên heweya sar yên zivistanê di jiyana rojane de berîya betlanaye Cejna Noelê ya sere sale de astengîyên girîng yên dijwar rûdidin.

Li her du welatan 250 mîlyon mirov beriya Cejna Noelê jiber bahozên berfê û mercên pir sar yên zivistanê rûbirûyê gelek dijwarîyane.

Sazîya Xizmeta Hewa Neteweyî (NWS) ya Amerîka pêşbînî dike ku li çend eyaletan -ji Pennsylvania heta Florida- şeva Sersalê wek ya herî sar ya sala 2022ân were tomar kirin.

NWS do Înê ragihand ku got ku rewşa niha"yek ji mezintirîn hişyarî û şîretên hewaya zivistanê ye."

Li eyaletên Georgia û Karolînaya Başûr - Athens û Charleston – li bende ye îşev ku germahîyên xwe yên herî sar yên Şeva Sersalê tomar bikin, dema ku Washington, DC, ji 1989’an vir ve îro 24’ê Berfanbarê de herî sar bû.

Sazî dide zanîn bahozên berfê ji eyaleta Teksas ya Amerîka heta eyaleta Quebec ya Kanada, li zêdetirî xetekî bi 3200 kîlometreyan bi bandor e.

Li 12 eyaletên Amerîka rewşa awarte hatiye ragihandin û heta niha herî kêm 19 kes di bûyerên cûda yên bi sedema şertên zivistanê mirine.

Li gor ragihandina malpera şopandina elektîrîkê ya Amerîka gelek sîstemên enerjîyê li seranserê welêt jiber zêdebûna daxwaza germahîyê û jiber bahozên berfê zarar ditîne.

Hat ragihandin ku niha nêzî 1.8 mîlyon mal û karsazîyên Amerîkî bê elektrîk mane, di tarî û sermayê de ne.

Plansazîyên betlaneyê yên Noel û Serêsala 2023’an yên Bi mîlyonan Amerîkî şert û mercên heweya sar yên awarte têk diçin

Komeleya Otomobîlan ya Amerîka pêşbînî kiribû ku wê 112.7 mîlyon mirov di navbera do 24’ ê Berfanbar û 2’yê Rêbendanê de herî kêm 80 km yan zêdetir rewîtîya bi otomabîlan bikin.

Lê, jiber şertên heweya pir sar û bahozên berfê ji piranîya wan 112.7 mîlyon Amerîkîyan li mal mane.

Li gor rexistina şopandina firînan, FlightAware li Amerîka tenê îro herî kêmî 3.741 firîn hatine betal kirin û dema zêdetirî 10 hezar firînan jî hatine dereng xistin.

FlightAware do Înê jî gotibû ku zêdetirî 5 hezar firîn hatine betal kirin û bi hezaran firînên din jî hatine dereng xistin.

Karbidestên Amerîkî li seranserê welêt li pirtûkxane û qereqolên polîsan navendên germkirinê vedikin ku bo kesên ya bêmal stargehên demkî berfireh bikin.