Amerîka Dijî Êrîşên Îranê Piştgirîya Îsraîlê Dike

Leşkerên Îsraîlê li Golanê

Rêvebirîya Amerîka êrîşên muşekî yên Îranê yên dijî Girên Golan, ku di bin kontrola Îsrailê de ye, şermezar kir.

Washingtonê da zanîn ku berevanî mafê rêwa yê Îsraîlê ye û dîyar kir ku ewê piştgirîya vî mafî bikin.

Qesra Sipî bi daxuyanîyekê dîyar kir ku rejîma Îranê dijî hemwelatîyên Îsraîlê êrîşeke provokatîf li dar xistiye û da zanîn ku ew bi awayekî xurt piştgirîya bersîvdana Îsraîlê dikin.

Amerîka da zanîn ku Îran dijî îstiqrar û aştîya navnateweyî gefan çêdike û bang li dewletan kir ku dijî Tehranê helwestên xwe ragihînin.