Dijî Bingehên Leşkerî yên Amerîka yên li Îraqê Êrîş li Dar Dikevin

Bingeha Leşkerî ya Beled

Li Îraq ya Selahadîn dijî Bingeha Leşkerî ya Beled, ku leşkerên Amerîkî lê dimînin, êrîşa bi muşekan li dar ket.

Medya Tora Ewlekarî ya Îraqê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku bi du muşekên katyuşa êrîş birine ser Bingeha Leşkerî ya Beledê.

Di êrîşê de ti kuştî û birîndar çênebûn û nehat eşkerekirin ku êrîş ji alîyê kê ve hatiye li dar xistin.

Du rojên berê jî dîjî Bingeha Leşkerî ya Aynul Esed ya li Enbarê, ku li wir jî leşkerên Amerîkî dimînin, bi muşekan êrîş li dar ketibû.

Artêşa Îraqê di meha Mijdarê de dîyar kiribû ku kesên êrîş birine ser Bingeha Esmanî ya Amerîka ya li Musilê endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ne û dabû zanîn ku ew bi operasyonekê hatine kuştin.