Amerîka Hejmareke Welat û Kom Jiber Binpêkirinên Mafên Olî Dixe Nava ‘Lîsteya Fîkarên Taybet ’

Dîmeneke ji xwepêşandanên olî yên li Îranê, 19 Îlon,2022.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken do Înê ragihand ku Amerîka hejmareke dewlet û kom li gor Qanûna Azadîya Olî, jiber binpêkirinên tund yên mafên tekildar kiriye nava'lîsteya fîkarên taybet.'

"Li çaralîyê cîhanê, hikûmet û aktorên ne-dewlet mirovan jiber bawerîyên wan destdirêjîyê dikin, gefan dixwin, dixin zindanê, û hetta dikujin," Blinken got.

Antony Blinken bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Çîn, Îran,Rûsya, Koreya Bakur û Myanmar di naw wan welaten de ku wek welatên bi taybet fîkar ser hene, hatine destnîşankirin.

Blinken anî ziman ku wan welatana tevlî binpêkirinên giran yên azadîya olî yan jî dengê xwe nekirine.

Wî herwiha da zanîn Cezayîr, Komara Afrîkaya Navîn, Komor û Vîetnam jî hatine lîsteya çavdêrîyê ya Amerîka.

Blinken dîyar kir ku gelek kom, tevî Koma Wagner ya girêdayê Kremlînê, rêxistineke çekdar ya taybet ku li Sûrîye, Afrîka û Ukrayna çalak e, jî wek saziyên fîkardar yên balkêş, hatine destnîşankirin.

Wezîrê Amerîkî got ku koma Wagner jiber çalakîyên xwe yên li Komara Afrîkaya Navîn haiyee destnîşankirin.

"Amerîka wê li hember van binpêkirinan wek temaşevan û bêdeng nesekine," Blinken got.

Wî balkişand ku Washington amade ye ku bi hemû dewletan re bicive da ku bo derxistina wan ji vê lîsteyê gavên berbiçav werin pênase kirin.

Hejayê gotinê ye ku Washingtonê di demên dawî de jiber eciqandina berdewam ya kujer ser xwepêşanderan givaştina ser Îranê zêde kiriye ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje zêdetirî 300 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin, ku ji wan zêdetirî 40 zarok in.