Amerîka Ser Gefên Îranê yên Dijî Erebistana Saudî Ketiye Fikaran

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka jiber gefên Îranê yên dijî Erebistana Saudî ketiye fikaran.

Reutersê da zanîn ku karbidestên Amerîkî dibêjin ger hewce be ewê bersîvê bidin Îranê.

Berdevikîya Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka da zanîn ku ew bi Saudîyan re ser agahîyên îstixbaratî û leşkerî yên herêmê danûstandinê dikin.

Rojnameya Wall Street Journal dîyar kiribû ku Erebistana Saudî ji Amerîka re gotiye ku Îran hazirîya êrîşeke ser navendên wê dike.

Ofîsa medya ya hikûmeta Erebistana Saudî ser nûçeyan ti şirove nekir.

Ji fermanderên payabilind yên Îranê, Huseyîn Selamî di rojên borî de bang li rêberên Saudî kiribû ku xwe nespêrin Îsraîlê.

Rîyad bi awayekî erênî peywendîyên Îsraîlê û welatên Kendavê dinêre, lê jibo girjîyan kontrol bike par bi Tehranê re dest bi danûstandinên rastexwe kiribû.

Erebistana Saudî di sala 2019’an Îran ser êrîşa dijî navendên petrolê tawanbar kiribû, lê Tehranê ew tawanbarî qebûl nekiribû.

Her du hêzên mezin, ku li herêmê pêşengîya Şîa û Sunîyan dikin, bi dehan sal in ku bi rêka piştgirîdana komên cuda dijberî hev disekinin.

Di rojên borî de karbidestên Amerîkî gotibû ku Îran dronan dide Rûsya û herwiha danûstandinên ser vejandina peymana navokî jî rawestîbûn.