CENTCOM Dibêje Hûsîyan Êrîşî Keştîyeke Bazirganî ya Amerîkî li Derya Sor Kiriye

Helîkoptera leşkerî ya Hûsîyan li ser keştiya bazirganî Galaxy Leader li Derya Sor difire, 20 Mijdara 2023.

Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku çekdarên Hûsî îro Duşemê bi mûşekeke balîstîkî êrîşê keştîyekî Amerîkî ya li nêzî Kendava Adenê kirine.

CENTCOM got ku dema ku M/V Gibraltar Eagle keştiyeke barhilgir ya bi bi ala Giravên Marshall, qasî 100 km dûrî Kendava Adenê derbaz dibû, Hûsîyan ji Yemenê bi mûşekeke balîstîkî avêtine ser.

Kompanîya xwedîyê keştîyê Eagle Bulk Shipping, ku bingeh li Amerîka ye, got ku li nava keştîyê berhemên pola hebûn û tênê li bargeha wê ziyaneke piçûk çêbûye.

CENTCOM’ê dîyar ku herwiha îro danê nîvro jî Hêzên Amerîkî mûşekek balîstîk dîtine, ya ku ber bi rêyên keştîyên bazirganî yên li Başûrê Derya Sor ve hatibû avêtin.

“Mûşek di firînê de têk çû û li bejahîya Yemenê ket xwarê û ti zîyanên canî û malî çênebûne,” CENTCOM’ê got.

Çekdarên Hûsî, ku Îran piştgirîya wan dike, piranîya beravên Derya Sor ya Yemenê kontrol dikin. Hûsî ji 19’ê Mijdarê ve, êrîşê keştîyên bazirganiyê yên li Derya Sor dikin.

Hûsî dibêjin ku ew bo piştvanîya Filîstînîyên li Gaza keştîyên tekildarî Îsraîlê dikin armanc.

Hêzên Amerîkî û Brîtanî hefteya borî dijî armancên Hûsîyan yên li Yemenê bi dehan êrîşên esmanî û deryayî pêk anîn.

Jêder: Reuters