Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka Êrîş Bir Ser Hêzên Piştgirîya Esad Dikin

Koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka dîyar kir ku êrîşên esmanî birine ser hêzên ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dikin.

Koalîsyonê da zanîn ku hêzên ku piştgirîya hikûmetê dikin, li Dêrezorê êrîşî navendeke Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kirine û wan bersîva vê êrîşê daye.

Li gor daxuyanîya koalîsyonê, dema hêzên ku piştgirîya hikûmetê dikin êrîşî navenda HSD’ê kirine, leşkerên Amerîkî jî li wir bûne lê xêncî şervanekî HSD’ê yê birîndar bûye, ti kesê din birîndar nebûye û nehatiye kuştin.

Karbidestekî Amerîkî ji Reuters’ê re da zanîn ku di êrîşa esmanî de, bi kêmî ve 100 çekdarên ku piştgirîya Esad dikin hatine kuştin.

Karbidestê ku navê xwe eşkere nekir dîyar kir ku hêzên ku piştgirîya Esad dikin, hewil didin ku axa ku HSD’ê ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) derxistiye, bistînin.

Karbidestê Amerîk da zanîn ku wan ser navendên HSD’ê yên li herêmê agahî daye Rûsya û berî êrîşê, dema êrîşê û li dû êrîşê ew û hevtayên xwe yên Rûs di peywendîyê de bûne.