Wezareta Derve ya Amerîka: Em Dixwazin bi Erdogan re Peywendîyên Avaker Çêkin

Karbidestekî Wezareta Derve ya Amerîka, ser hilbijartina parlamenterî û serokomarîyê ji Reuters’ê re da zanîn ku ew rêzê ji biryara hilbijêrên Tirkîyê re digirin.

Karbidestê ku nexwest navê wî weşkere bibe da zanîn ku Erdogan jî di nav de herkes divê demokrasîyê xurt bike û hemî nêrîn werin temsîl kirin.

Karbidestê payabilind dîyar kir ku ew bi Erdogan re dijî dijwarîyên hevpar tev têkoşînê dikin û got ku ew dixwazin ku bi Erdogan re peywendîyên avaker çêkin.