Hilcivîna Demokrasîyê ya bi Mêvandarîya Amerîka Destpê Dike

Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê maldarîya Hilcivîna Bo Demokrasîyê ya Onlaynî dike.

Biden ewê serokên cîhanê, civaka sivîl û sektora taybet bîne cem hev da ku "jibo nûvekirina demokratîk rojeveke erênî destnîşan bikin û xeterîyên herî mezintirîn ku îro demokrasî rûbirûne, bi çalakîya kolektîf nîqaş bikin.

Hilcivîna ku dê heya sibe roja Înîyê li Washingtonê bidome, beşeke ji soza kempeyna Biden e, jibo li seranserê cîhanê bihêzkirina demokrasîyê di demekê de ku hikûmetên otokratîk zêde dibin.

Armancên Hilcivîna jibo Demokrasîyê wek xurtkirina demokrasîyê, parastina dijî otorîterîzmê, rûbirûbûna gendelîyê û pêşxistina mafên mirovan hatibû ragihandin.

Rêvebirîya Biden bawer dike ku, rêberên welatan wê bêne teşwîq kirin ku çalakîyên taybet û pabendbûna bi reformên navxweyî yên watedar yên li gor armancên hilcivînê ragihînin.

Pirtir ji 100 welat hatine vexwendin ku di nav wan de demokrasîyên lîberal, demokrasîyên qels û heta çend dewletên xwedî taybetmendîyên otorîter jî hene.

Li gor îndeksa demokrasîyê ya rexistina Freedom House, 77 welatên vexwendî di rêza "azad" yan bi tevahî demokratîk de ne; 31, "qismî azad"; û sê jî, di rêza "ne azad" de ne.