Amerîka, Çînê Vedixwîne Danûstandinên Bazirganîyê

Wezareta Derve ya Çînê îro Pêncşemê ragihand ku Amerîka wan vedixwîne danûstandinên ser bazirganîyê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Geng Shuang di brîfînga rojane de dîyar kir ku ew bo vexwendnameyê kêfxweş bûne.

Yek ji şêwirmendên aborîyê yên Qesra Sipî, do Çarşemê dabû zanîn wan karbidestên Çînê jinûve bo danûstandinên ser bazirganîyê vexwendine.