Amerîka Bang li Tirkîyê Kir ku Aktîvîstan Demûdest Berde

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, bang li Tirkîyê kir ku 6 aktîvîstên mafên mirovan yên ku pêr Duşemê hatibûn girtin, demûdest serbest berde.

Nauert dîyar ku divê "şertên Rewşa Awarte ya ku dihêle mirov keyfî werin darizandin" bi dawî bibin.

10 aktîvîstên mafên mirovan, li Buyukada ya Stenbolê hatibûn desteser kirin. Dadgeha Tirk, piştî du hefteyan bo 6 aktîvîstan biryara girtinê dabû û 4 yên din jî bi şertê kontrola dadî hatibûn berdan.

Di nav girtîyan de Dîrektora Tirkîyê ya Lêxweşbûna Navneteweyî (International Amnesty) Îdîl Eser jî heye.