Amerîka Avahîya Balyozxaneya li Tel Avîvê Firot

Balyozxaneya Amerîka ya li Îsraîlê bi daxuyanîyekê ragihand ku Wezareta Derve avahîya fermî ya balyozxaneyê ya li Tel Avîvê firotiye.

Di daxuyanîyê de nehat eşkere kirin ku ew avahî kê kiriye û bi çi hatiye firotan, lê medya Îsraîlê dîyar kir ku buhayê wê avahîya li bakurê Tel Avîvê pirtir ji 80 mîlyon dolar e.

Yek ji rojnameyên aborî yên Îsraîlê, Globes îdia kir ku karsazê Amerîkî, Sheldon Adelson avahîya balyozxaneyê kirîye.

Adelson wek yek ji alîgirên pêş yên Serok Donald Trump tê nas kirin, lê nûçeya Globes ji alîyê jêderên din ve hîn nehatiye piştrast kirin.

Rêvebirîya Serok Donald Trump balyozxaneya Amerîka di sala 2018’an de ji Tel Avîvê biribû Orşelîmê û ew der wek paytexta Îsraîlê pejirandibû.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden, biryara rêvebirîya Trump rexne kiribû, lê gotibû ku ger ew were hilbijartin ewê balyozxaneyê ji Orşelîmê venekişîne Tel Avîvê.