Amerîka ji Almanya bi Qasî 12,000 Leşkerên Xwe Vedikişîne

Amerîka biryara ser vekişandina leşkerên xwe yên li Almanya bi awayekî fermî eşkere kir.

Li gor planê li ber e ku bi qasî 12000 leşkerên Amerîkî ji Almanya vekişin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper dîyar kir ku vekişîn dê heta çend hefteyan destpê bike.

Mark Esper da zanîn ku ew dê hejmara leşkerên xwe yên li Almanya ji 36,000’an daxin 24,000’an.

Esper dîyar kir ku ji wan 12,000 leşkeran, 5600 dê li welatên NATO werin bi cîh kirin û 6400 jî dê vegerin Amerîka.

Wî got ku ewê navendên leşkerî yên Amerîka yên li welatên Ewrupa xurt bikin û da zanîn ku ewê hin leşkerên din jî ji Belçîka û Îtalya re bişînin.

Li gor axaftina Mark Esper, 2000 leşkerên ji Almanya vedikişin dê herin Belçîka, 2500 leşkerên li Brîtanya bûn û li ber bû ku herin Almanya dê li şûna xwe bimînin, li Îtalya dê hêzên leşkerî yên esmên werin bi cîh kirin û leşkerên dê vegerin Amerîka, lê di rotasyonê kevin jî ewê herin herêmên nêzî Behra Reş.

Esper herwiha dîyar kir ku ew hazirîyê dikin pareke artêşa Amerîkî li Polonya bi cîh bikin û got ku bo plan çêbe divê ew welat berê Peymana Hevkarîya Berevanîyê îmza bike.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha Hezîranê de dabû zanîn ku ewê ji Almanya 9500 leşkerên xwe vekişînin.

Trump, Almanya jiber budçeya bo NATO vediqetîne rexne kiribû.

Wî dîyar kiribû ku ewê wan leşkeran li Polonya bi cîh bikin û gotibû ku ew jî bo Rûsya peyameke girîng e.