Dibe roja hilbijartinên Amerîka hejmareke zêde ya alîgirên kandîdê Komariyan yê serokatiya Amerîka Donald Trump li bingehên hilbijartinan jibo şopandin û zêrevaniya bingehên dengdanê amade bibin.
Çavdêrên mafên sivîlan hewil didin bi hezaran endamên xwe li bingehên dengdanê belav bikin jibo nehêlin pirsgirêk li bingehên dengdanê yên hilbijartinan de derkevin, jiber ku tê çaverêkirin alîgirên radîkal yên Trump bibin sedema tirsandina dengdêran.
Donald Trump di kampêna hilbijartinan de pir caran di axiftinên xwe de bal kişandiye ser pirsa heweildanên sextekariyan di hilbijartinên Amerîka de ku, dê roja 8.11.2016ê bihên encam dan, Trump dibêje ewê sextekarî û zêdegaviyên mezin di hilbijartinan de pêk bihên.
Komên berevankar ji mafên sivîlan dan xuyakirin ku ewê bi şêweke berfireh li 27 eyaletên Amerîka belav bibin jibo nehêlin pirsgirêk derkevin herweha mafparêz û kesên yasazan dê amade bibin jibo her zêdegaviyek bihê kirin tomar bikin.
Çalakvan dibêjin, herçende di hilbijartinên borî de jî, gomana sextekariyan hebû, lê di van hilbijartinan de li gur daxuyaniyên Trump dê pirsgirêk li hind bingehên dengdanê derkevin holê.
Piştî çend caran gomana sextekariyan di hilbijartinên Amerîka de hatî serziman, Dadgeha bilind ya Amerîkî sala 2013 bi birayerkê rê dide hikûmetê ku rewşa hilbijartinan bişopîne û zêrevaniya prosêsa dengdanê bike.