Amerîka Wê Alîkarîyeke Nû ya 275 Mîlyon Dolarî Bide Hêzên Ukraynî

Wezîrê derve yê Amerîka Anthony Blinken û hevpîşeyê wî yê Ukraynî Dmytro Kuleba

Wezîrê Derve yê Amerîka roja Înê ragihand ku Washington wê jibo sekinandina êrîşa Rûsya ya li Kharkivê paketeke nû ya alîkarîya leşkerî ya 275 mîlyon dolarî bide Ukrayna.

Wezareta Derve bi daxuyanîyekê dîyar kir ku di paketê de HIMARS, guleyên 155 mm û 105 mm, muşek û sîstemên zirxşikên û kelûpelên taybet yên berevanîya esmên hene.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku alîkarîyên berê giheştine enîyan û ewê paketa nû jî di dema herî kin de bişînin ku Ukrayna berevanîya gel û axa xwe bike.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Înê bi şev bi vîdyokonferansekê ragihand ku wî serdana Kharkivê kiriye û ew li wir bi rêberên leşkerî û karbidestên herêmê re kom bûye.

Zelenskyy dîyar kir ku hêzên Ukraynî li bakurê Kharkivê kontrol ji destê yekîneyên Rûsî sitandiye.

Ragihandina Zelenskyy ji ya endamê parlamana jêrîn ya Rûsya Viktor Vodolatsky cuda bû.

Ajansa nûçeyan ya Tass’ê ragihand ku Vodolatsky gotiye hêzên Rûsî nîvê Vovchansk ya jî sînorê Ukrayna 5 kîlometre li hindur xistine bin kontrola xwe.

Vodolatsky dîyar kir ku hêzên Rûsî piştî bidestxistina Vovchanksê wê berê xwe bidin bidestxistina Sloviansk, Kramatorsk û Pokrovsk yên li Donestk ya rojhilata Ukrayna.

Ajansa nûçeyan ya Reuetersê dîyar kir ku wê nekarîya ew daxuyanîyên her du hêlan bi awayekî serbixwe piştrast bike.

Rûsya wek beşekî operasyonên li Kharkivê li herêmê êrîş bir ser xetên trênê û zarar da avahîyan.

Operatora Xeta Trênê ya Ukrayna, Ukrzaliznytsia dîyar kir ku jiber êrîşên ser xetên trênê ti kes birîndar nebûye, lê karbidestên herêmî radigihînin ku ji herêma Kharkivê zarok têne derxistin.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku ewê 123 zarokên bê kes yên li herêmê jî di nav 60 rojan de derxin.

Walîyê herêmê Oleh Syniehubo dîyar kir ku piştî Rûsya 10’ê Gulanê êrîş biriye ser herêma Kharkivê pirtir ji 11,000 herêmê hatine derxistin.

Rûsya bi êrîşên xwe yên dawî berevanîya Ukrayna ya li herêma Kharkivê û Donetsk ya hîn li başûr test dike û plan dike ku êrîşan bibe ser herêmên Sumy û Chernihiv yên li başûr.

Pêşketinên nû yên Rûsya rewişa artêşa Ukrayna dijwartir dike.

Bi êrîşên li ser xetên trênê, artêşa Ukrayna ya ku pirtir ji du sal in li ber xwe dide, jiber veneguhestina kelûpelên leşkerî, bi rewişên hîn giran re rûbirû dimîne.

Serokê Rûsya Vladimir Putin dîyar kir ku ew dixwazin jibo rê li ber êrîşên Ukrayna yên li axên Rûsî bigirin li Kharkivê herêmeke tampon çêkin.

Karbidestên Ukraynî dibêjin di êrîşên Rûsî yên roja Şemîyê de li Kharkivê bi kêmî ve 7 kes hatine kuştin û herî kêm 28 kes birîndar bûne.

Zelenskyy ser êrîşên Kharkivê got ku ‘’hovane’’ ye û dîyar kir ku divê hevbendên Rojavayî jibo berevevanîya dijî êrîşên wisa sîstemên berevanîyê ji wan re bişînin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba jî wek Zelenskyy got ku pêdivîya jibo berevanîya li hember êrîşên esmanî yên Rûsya pêdivîya wan bi sîstemên Patriot ya Amerîkî heye.

Kuleba ji X’ê got ku ‘’Çi heyf ku sozên ser hevkarîyê rê li ber muşekên Rûsî nagirin.’’

Walîhê Herêma Kharkivê Syniehubo jî ji Telegramê got ku Rûsya herî kêm 15 caran êrîş birine ser hêrêmê.

Bajarê Kharkivê, ku navê wê wek navê herêmê ye û paytext e, bi 1 mîlyon nifûs bi qasî 19 kîlometreyan dûrî sînorê Rûsya ye.

Karbidestên herêma Belgorodê ya li rojavayê Rûsya dibêjin ku Ukrayna bi êrîşên esmanî dibe ser herêmê.

Wezareta Berevanî ya Rûsya herî dawî ragihand ku wê ser herêmê 35 roketên Ukrayna û 3 dron pûç kirine.

Walîyê Belgorodê Vyacheslav Gladkov ji Telegramê go ku bi êrîşên Ukrayna li bajarê Belgorodê avahîyekê zarar dîtîye.

Gladkov dîyar kir ku li du gundên herêmê li gelek malan xisar çêbûye.

Belgorod li sînorê Rûsya û Ukrayna ye û gelek caran dibe hedefa êrîşên Kîevê.