Amerîka û Sûrîye Hevdu Gunehbar Dikin

Amerîka û Sûrîye Hevdu Gunehbar Dikin

Amerîka û Sûrîye li ser kiryarên xwe yên li Lubnanê û li Rojhilata Navîni hevdu tawanbar dikin. Serokê Sûrî Beşar El Asad, roja Sêşemê ji rojnameya Al Hayat re got, Amerîka çûye ku derê, li wê derê kêşe û arîşe çêkirine.

Esad behsa Afganîstan û Somalê kir û her wiha, bal kişand ser dagirkirina Amerîkayê ya Beyrutê li sala 1980’an.

Beşar Esad her wiha hişyarî da û got, lêpirsîna Neteweyên Yekbûyî ya li ser kuştina Serokê berê yê Lubnanê Refîk Harirî dikane bibe sedema şer û pevçûnên nû. Esad lêzêde kir û got, îhtîmaleke wusa dikane zîyaneke xirab bide Lubnanê û wî welatî weran bike ku ri bi rûyê şerê mezhebî ye.

Berdevkê Wezareta Derve P.J. Crowley, dem û dest bersîva Esad da û Sûrîyê, bi xirab kirina aştî û aramîya Lubnanê tawanbar kir. Crowley got, Sûrîye çek û sîlahan dide Hîzbullahê û fermana girtinê derdixe, jibo dozgerê dewletê û rêvebirê giştî yê polîsên wî welatî.

Crowley got, Amerîka bawer dike ku ew li Rojhilata Navîn roleke avakêr dilîze lê, ne Sûrîye li beravajî halwesta wan tevdigere.