Peyvdarê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka Michael Mitchell roja Sêşemê piştrast kir ku helwesta Amerîka li ser Heyet Tehrîr el-Şam dê girêdayî reftar û kiryarên wê yên li ser erdê be.
Di vî warî de Mitchell, di hevpeyvîneke taybet bo kenala Amerîkî El Hurra ku bi Zimanê Erebî weşşanê dike amaje bi gotinên Serok Joe Biden û Wezîrê Derve Anthony Blinken kir.
Wî diyar kir ku rêveberiya Amerîka dixwaze hikûmeteke nû ya berfireh û nûneratiya Sûriyê dike bibîne ku rêzê li hemû welatiyên Sûriyê bigire, bêyî cudahiyên wan ên olî û etnîkî. Heriha şertê pêşîn jî rêgirtina li dubare derketina DAIŞê ye, ku rêveberiya Biden di qonaxa niha de karî herî pêşîn dibîne.
Derbarê îhtîmala derxistina Heyet Tehrîr El-Şam ji lîsteya terorîstan de, Mitchell got ku hîn zû ye ku behsa van hûrgiliyan were kirin, ji ber ku herifandina rêjîma Esed berî heftiyekê pêk hat.
Derbarê helwesta hikûmeta niha ya veguhêz a bi serokatiya Mihemed Beşîr de, berdevkê herêmê amaje bi wê yekê kir ku serdana vê dawiyê ya Blinken û amadebûna Amerîka ji bo piştevanîkirina tedbîrên siyasî, dîplomasî û ewlehiyê di heyama veguhêz de piştrast dike.
Derbarê paşeroja hewlesta Amerîka de, Mitchell diyar kir ku di dema niha de nepêkane plansaziyek demkî diyar bike û amaje bi aloziya dosyaya Sûriyê kir.
Berdevkê Amerîkî her wiha got, welatê wî hewl dide kanalên hevkarî û hevahengiyê bi hevkarên herêmî û hemû beşên civaka Sûriyê re deyne û ev yek weke bingehek ji bo her hevkariyekê di qonaxên pêş de ye.
Derbarê îhtîmala lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê jî Mitchell diyar kir ku niha bala rêveberiya Biden li ser kêşeyên ewlehiyê ye, bi taybetî ewlekarî û jinavbirina bi ewle ya çekên kîmyayî.
Wezîrê Derve yê Amerîka roja Şemiyê bo cara yekê gotbû ku Amerîka "têkiliya rasterast" bi navenda Heyet Tehrî El-Şam re danîne.
"Em bi Heyet Tehrîr el-Şam û aliyên din re di pêwendiyê de ne," Blinken ji rojnamevanan re got piştî danûstandinên li ser Sûriyê li bajarê Aqaba, li başûrê Urdunê, bi beşdariya wezîrên heşt welatên erebî, herwiha Wezîrên derve yên Fransa, Tirkiye, Yekîtiya Ewropa û nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê.
Jêder: Alhurra