Ser Rewşa Sûriyê Balyozxaneya Amerîka li Şamê Hişyarî Dide Hemwelatiyan

Logoya Wezareta Derve ya Amerîka

Roja yekşemê balyozxaneya Amerîka li Şamê daxuyaniyek ragihand û got ku "rewşa ewlekarî ya li Sûrîyê bi şer û pevçûnên giran di navbera grûpên çekdar de li seranserê welat didomin, rewş nebaş e û nayê pêşbînîkirin. Ger mimkûn be divê hemwelatiyên Amerîkî ji Sûriyê derkevin. Yên ku nikaribin derkevin, divê ji bo rewşên awarte plansaziyên xwe amade bikin û di berhev bin ku ji bo demên dirêj li cîhê xwe bimînin."

Ji 27’ê Mijdara 2024’an ve li Sûriyê şer û pevçûn di navbera komên çekdar û hêzên rejîmê de zêde bûne û nêzî 14 salan e ku şerê navxweyî li wî welatî berdewam dike.

Balyozxaneya Amerîkî li Şamê di sala 2012an de karên xwe rawestand bûn. Hikûmeta Amerîkî nikare ti xizmetguzariyên konsulxaneyê yên asayî û bilez pêşkêşî hemwelatiyên Amerîkî li Sûriyê bike. Hemwelatiyên Amerîkî yên li Sûriyê ku hewcedariya wan bi alîkariya lezgîn heye divê ji balyozxaneya Amerîkî ya li Emman, li welatê Urdun re peyam û nameyên elektronî bişînin.

Balyozxane dide zanînin ku li konsulxaneyên wan yên li welatên cîran dikarin hewcedariyên hemwelatiyên Amerîkî yên li Sûriyê bikin.