Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê du karbidestên Amerîkî ragihand ku yekîneyên Koreya Bakur di rojên borî de li Kursk ya Rûsya ketine pevçûnan.
Karbidestên bi şertê ku navên wan eşkere nebin axifîne, dîyar dikin ku yekîneyên Koreya Bakur 4’ê Mijdarê tevlî pevçûnan bûne.
Wan karbidestan eşkere nekir ku leşkerên Koreya Bakur hatine kuştin yan ne û zêdetir agahî neda.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Sêşemê got ku pevçûna pêşî ya artêşa Ukrayna û yekîneyên Koreya Bakur ‘’di bêîstiqrarîya cîhanê de rûpeleke nû’’ vekiriye.
Wezîrê Berevanî yê Ukrayna Rustem Umerov ji kanaleke Koreya Başûr re piştrast kiribû ku bi yekîneyên Koreya Bakur re pevçûna pêşî çêbûye.
Pentagon serê vê hefteyê dabû zanîn ku li Kurskê bi Kêmî ve 10,000 leşkerên Koreya Bakur hene û dîyar kiribû ku hejmara leşkerên wê dewletê yên li Rûsya 11,000-12,000 e.
Jêder: Reuters