Wezareta Derve ya Amerîka Dibêje, Agirbesta Navbera Tirkiyê û HSD'ê Hat Dirêjkirin

Matthew Miller Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîka

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku agirbesta navbera Tirkiyê û şervanên bi piştevaniya Amerîka heta dawiya vê hefteyê hatiye dirêjkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller îro Sêşemê ragihand, ku agirbesta di navbera Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên bi piştevaniya Amerîka li derdora bajarê Minbicê li bakurê Sûriyê heta dawiya vê heftiyê hat dirêjkirin.

Washington hefteya borî navbeynkariya agirbestekê di navbera her du aliyan de destpêkê kir, lê dema wê xilas bibû, Miller got, û anî ziman ku Washington dixwaze ku agirbest heya ku îmkan hebe were dirêj kirin.

Miller got, "Em bi HSD'ê re, bi Tirkiyeyê re ji bo rêyeke pêşdeçûnê tevgeryan."
Wî herwiha got, "Em naxwazin bibînin ku ti aliyek sûdê ji rewşa niha ya bêîstiqrar werdigire ji bo pêşvebirina berjewendiyên xwe yên teng li ser hesabê berjewendiyên niştimanî yên Sûriyê yên berfireh."

Jêder: Reuters