SOHR: Hêzên Amerîkî Bingehên Xwe li Hesekê û Kobanê Bihêztir Dike

Hêzên Amerîkî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê

Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku karwanekê leşkerî yê Amerîkî îro Şemiyê ji Herêma Kurdistana Iraqê derbasî nav axa Sûriyê bû.

Çavdêriyê diyar kir ku karwanê ku ji derbasgeha El-Welîd derbasî nav axa Sûriyê bû, sindoqên girtî, blokên çîmento, tankerên sotemeniyê û wesayitên leşkerî hilgirtibûn û ber bi baregehên Tel Bayder û Qesirkê yên li gundewarê Hesekê ve çûn.

Çalakvanên SOHR, herwiha ragihandin ku karwanek leşkerî yê ji 20 kamyonên girtî pêk tê, ji binkeya Qesirkê ya gundewarê Hesekê derket û ber bi bajarê Kobanê ve çû.

SOHR got, ku balafireke barhilgir ya leşkerî ya hêzên Amerîkî nîvê şeva Înê ser Şemiyê li baregeha Amerîkî ya li bajarokê Şedadî li başûrê Hesekê, bi alavên leşkerî û lojîstîk barkirî, ku ji Iraqê derketibû, danî.

Ev karwanên nû ku digihin herêmê beşeke ji berdewamiya bihêzkirina baregehên leşkerî yên hevpeymaniya nêvdewletî ya bi serokatiya Amerîka ya li dijî DAIŞê li herêmê.

Hêzên Koalîsyona Navdewletî bi rêya bejahî û hewayî alîkariyan digihînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku mana hêzên wan li herêmê didome.

Roja Pêncşema borî hêzên Amerîkî li navenda bajarê Kobanê dest bi avakirina bingehek nû yê hevkariyê û koordînasyonê kirbû, ku nûçegihanê Dengê Amerîka ragihand bû ku ew pêngava hêzên Amerîkî li Kobanê bû ciyê kêfxweşiya xelkê herêmê.

Hêzên Amerîkî; leşker, çek, cebilxane, radar û alavên dijî firokeyan pêk tê ji bo çavdêrîkirina agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk HSD û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê yên ser bi Enqereyê ve, di nava gefên Tirkiyê de ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî ya berfireh li Kobanê xwe bicih dike.

Hêzên Amerîkî di dawiya sala 2019'an de ji herêma Kobanî vekişiyan, Tirkiyê dest bi operasyoneke leşkerî li ser herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê li bakurê rojhilatê Sûriyê kirbû.

Jêder: SOHR