Welatîyekî Amerîkî yê Windayî li Sûrîyê Hate Dîtin

Welatîyê Amerîkî Travis Timmerman.

Welatîyekî Amerîkî ku windayî bû di zindaneke rejîma berê ya Sûrîyê de hate dîtin, karbidestên hikûmeta nû li Şamê ragihand.

Travis Timmerman yê 29 salî îro Pêncşemê ji dezgehên ragihandinê re got ku ew heft mehan di zindaneke rejîma Sûrî ya Beşar el Esed de mabû. Ew di zindaneke Şamê de bû.

Timmerman, ku xwe wekî kesekî Krîstîyan da nasîn, got ku ew bi “serdaneke olî” çûbû Sûrîyê berî ku ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên rejîma Sûrî ya berê ve were girtin.

Ev yek di demekê de tê ku bi hezaran welatîyên Sûrî ji zindanên seranserê welêt tên rizgarkirin.

Dayika Austin Tice, Debra, wêneya kurê xwe bilind kiriye. Wêne: arşîv.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Pêncşemê ji Urdunê ragihand ku Amerîka kar dike jibo ku Timmerman vegerîne malê. Blinken got ku ti agahî derbarê rojnamevanê Amerîkî Austin Tice, ku sala 2012’an li Sûrîyê hatibû revandin, tun ye. Wî dîyar kir ku Amerîka hewlên dîtina wî didomîne.

Hikûmeta veguhêz ya nû li Sûrîyê jî ragihand ku hewlên “lêgerînê jibo welatîyê Amerîkî Austin Tice berdewam e.”

“Em amadekarîya xwe piştrast dikin ku bi awayekî rasterast ligel rêvebirîya Amerîkî hevkarîyê bikin jibo lêgerîna welatîyên Amerîkî yên ku ji alîyê rejîma Esed ve hatine windakirin,” ofîsa siyasî ya hikûmeta veguhêz di daxuyanîyekê de got.

Jêder: Reuters, AFP, NBC