Cîgira Serokê Amerîkayê Beşdarî Konferansa Munîhê Dibe

Kamala Harris, cîgira Serokê Amerîkayê.

Cîgira serokê Amerîkayê Kamala Harris îro Pêncşemê diçe Munîhê, û karbidest dibêjin ku ew dê ligel hevalbendan ser krîza Rûsya û Ukraynayê şêwiran bike.

Harris li Almanyayê di Konferansa Ewlehîyê ya Munîhê de dê serokatîya şanda Amerîkayê bike û ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy, Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg û serokên Letonya, Lîtwanya û Estonyayê bicive.

Harris herwisa roja Şemiyê dê gotarekê pêşkêş bike ku karbidestên rêveberiya serok Biden dibêjin dê ser girîngîya asta yekîtîya di navbera welatên Rojavayî û endamên NATO'yê de raweste li enîyên dîplomatîk, leşkerî û aborî.

Karbidestekî payebilind yê hikûmeta Amerîkî roja Çarşemê gote rojnamevanan ku "Cîgira serokî dê destnîşan bike ka çawa ew yekîtî çavkaniyeke hêzê ye ku rê dide me em bi lez û dijwar bersivê bidin her êrîşeke din ya Rûsyayê."

"Axaftina wê herwiha dê balê bikişîne ser piştrastkirina hevalbend û hevkarên me ku em çawa pabend û rijd in bo bihêzkirina NATO'yê û piştevanîya hevalbendên xwe li hember êrîşa Rûsyayê. Ew dê li ser wê yekê jî biaxive ku çawa, di bawerîya me de, êrîşeke din ser Ukraynayê dê Rûsyayê lawaztir bike," karbidestê Amerîkî got.

Karbidestan got ku armanca giştî ya vê geştê ew e ku were misoger kirin ku hevalbendên Rojavayî "bi tevahî yekrêz in" û peyameke zelal bişînin bo Rûsyayê.

Karbidestekî Amerîkî got ku "heza me dîplomasî û rêgirtin e, lê eger Rûsya destdirêjiyê hilbijêre, em amade ne."

Rûsya planên xwe yên dagirkirina Ukraynayê red dike, û di van rojên dawîyê de vekişîna hinek leşkeran ji deverên li ser sînorê xwe û Ukraynayê ragihandîye.

Amerîka û NATO dibêjin ku tu delîlên li ser vekişîna leşkeran nîn e, û karbidestekî payebilind yê rêveberiya Amerîkayê roja Çarşemê gote rojnamevanan ku Rûsya li şûna wê leşkeran li devera sînorî zêde dike.