Parlamentera HDPê Çaglar Demîrel: Gelê Kurd Dixwaze Xwe Rêve Bibe

Ev 13 roj in ku qedexeya derketina kolanan li taxa Sur ya Dîyarbekirê berdewam dike û ew yek bandoreke pir xirab li ser jîyana gel dike.

Di tundîya berdewam de îro jî 2 xort ji hatin kuştin û jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Parlamantera HDPê ya Amedê Çaglar Demîrel dibêje, gelê Kurd koledarî nema qebûl dike.

"Dewleta Tirk, hikûmeta AKP dixwaze îrada gel bişkîne û li ser gel ferz bike ku wek wan bifikrin yan bêne kuştin. Lê, gelê Kurd nîşan dide ku ew stuyê xwe li hember wan xar nekin."

Your browser doesn’t support HTML5

Caglar_Demirel_12_14_15_RR