Newroza Îsal li Amedê Çawa Hate Pîroz Kirin?

People gather to celebrate Newroz, which marks the arrival of spring and the new year, in Diyarbakir

Newroza Amedê her sal bi beşdarbna bi hezaran kes pêk tê û çavê piranîya Kurdan li ser wê pîrozbahî ye.

Gelo Newroz li Amedê çawa hate pîroz kirin? Erdhej bandoreke çawa li Newroza îsal kir?

Rojnamevan Farûq Berazî ji Dengê Amerîka re got ku bandora erdhejên 6'ê Sibatê bi zelalî dihat dîtin û di hin sitranan de jî êş û xem dihat hês kirin û govendên ku dihatin gerandin jî hinekî sar û sist bûn.

"Reng û rûyên beşdaran, kinc û fîstan, şal û şapikên di rengên tarî de mîna dewama şîngerandinê bû. Balonên kesk û sor û zer yên Newrozê, îsal bi şîn û reş hatibûn girêdan. "

Berazî da zanîn ku pirtir ji 200 rojnamevanên ku ji berê de destûr wergirtibûn, ji pîrozbahîya Newrozê deng û dîmen girtin û zêdebûna polîsan li jêr û li jorê dîkê rê li ber karên rojnamegeran girtibû.

Wî dîyar kir ku axaftina sîyasetvanê dêrîn Ahmet Turk jî balkêş bû.

"Turk desthilata Tirkîyê û helwesta wê rexne kir û bi awayekî geşbîn got ku di demeke nêzîk de serdemeke nû ya aştî û hevaltî destpê bike."

Berazî dîyar kir ku hin rojnamevan li bendê bûn ku li Newrozê piştgirîya jibo berbijarê serokomarîyê yê Hevbendîya Netew Kemal Kiliçdaroglu were ragihandin, lê ew bendewarî pêk nehat.

Berazî herwiha bal kişand ku di salên borî de bi Newrozê re ji bajarên li derdorê û yên li dûr jî jî bi hezaran kes dihatin Amedê. "

Îsal li bajêr liv û tevgereke pirhêlî çênebû jiber ku li gor salên borî kêm kes ji derveyî bajêr hatibûn Newrozê."