Nexweşê 76 Salî Alî Boçnak li Girtîgehê Canê Xwe ji Dest Da

Girtîyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî li Zîndana Tîpa L ya Panosa Agirîyê canê xwe ji dest da.

Boçnak, jiber nexweşîya gurçikan û nexweşîyên din, di nava lîsta nexweşên giran yên Komela Mafên Mirovan (IHD) de bû.

Sertaç Çelîkkalelî, parêzerê Boçnak bal kişand ser nexweşîyên wî û got ku jibo berdana wî hemî serlêdanên wan bê encam mane.

Sertaç Çelîkkalelî

“Di destpêkê de kurê Boçnak yê girtî Îbrahîm li cem wî bû û bi alîkarîya kurê xwe pêdivîyên xwe pêk dianî. Piştî ku kurê wî şandin Zîndana Gîresunê, ew ma tenê û hevalên wî alîkarîya wî dikirin. Rewşa wî ew qas xirab bû ku nedikarî derkeve hevdîtinên parêzer û mabata xwe.”

Çelîkkalelî dîyar kir ku wan jiber nexweşîya Boçnak û temenê wî, li gor mafên qanûnî yên girtîyên nexweş serlêdana Sazîya Tiba Edlî kiribû.

“Daxwaza me ew bû ku Boçnak were berdan yan jî cezayê wî were paşxistin. Lê ev daxwaza me hat red kirin û Sazîya Tiba Edlî bîryar da ku ‘Boçnak dikare li zîndanê bimîne.”

Çelîkkalelî bal kişand ser darizandina Boçnak û got ku dozger û dadgerên ku ew ceza kiriye hemî bi Tawana endamtîya “Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen (FETO)” hatine zîndan kirin.

Çelîkkalelî dibêje ku endamên FETO’yê mîna gelek sîyasetvanên Kurd, bi kêfî ceza li Boçnak birîbûn.

Kurê Boçnak, Şakir jî dibêje ku bavê wî jiber ku bawermendekî Kurd bû hatibû ceza kirin.

“Bavê min wek rihsipîyek û melayekî Kurd û pêşengê gelê xwe bû. Bi Kurdî helbest, mewlûd û Quran dixwandin. Ew mirovek pir baş bû, tim jibo serkeftina gelê Kurd, di nava xebatên sîyasî de bû loma bavê min wek melayê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) nîşan dan û ew ceza kirin.”

Hêjayî bîrxistinêye ku Boçnak di sala 2009’an de li bajarê Qersê bi îdiaya endamtîya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hatibû binçav kirin.

Dadgeha Cezaya Giran ya Qersê bi îdiaya “melayê rêxistina KCK’ê ye” 7 sal û 8 meha
cezayê zîndanê li Boçnak birîbû.

Boçnak, piştî ku cezayê wî ji alîyê Dadgeha Bilind ya Tirkîyê ve hatibû erê kirin, di sala 2017’an vir ve li Zîndana Panosa ya Agirîy girtî bû.

Li gor rapora Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komela Mafên Mirovan ya Nîsana 2020’an, li girtîgehên Tirkîyê 1564 girtîyên nexweş hene ku rewşa 591 ji giran e.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_25_09_20_Zîndanîyê Nexweş Alî Boçnak