Almanya Wê li Slovakya Navendeke Tamîrkirina Çekan Damezrîne

Serokê Alman Scholz, Serokwezîrê Ukraynî Denys Shmyhal û Seroka Komêsyona Ewrupî Ursula von der Leyen di konferasneke ser Ukraynê de li Berlînê (Cotmeh 25, 2022)

Wezîrê Berevanî yê Almanya Christine Lambrecht îro Sêşemê da zanîn ku ewê li Slovakya navendeke tamîrkirina çekan çêkin.

Lambrecht dîyar kir ku ewê li wê navendê çekên ku Almanya dane Ukrayna werin tamîr kirin.

"Me ser çêkirina navenda tamîrkirinê li hev kiriye û em dikarin di demeke nêz de dest bi xebatan bikin," Lambrecht got.

Welatên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê ne û bi çek û diravan piştgirîya wê dikin û di perwerdekirina leşkerên Ukrayna de jî roleke girîng dilîzîn.

Çaverê ye Almanya heta meha Hezîranê 5,000 leşkerên Ukraynî perwerde bike.