Serdozgerîya Almanya Daxwaza Vegerandina Puigdemont Dike

Serdozgerîya Schleswig – Holstein ya Almanya, bo vegerandina serokê berê yê Katalonya Charles Puigdemont serî li Dadgeha Bilind ya Eyaletê da.

Serdozgerîyê xwest ku Puigdemont heta vegerandin Îspanya, li Almanya girtî bimîne.

Dadgeha Îspanya, Puigdemont bi serîrakirinê tawanbar dike.

Puigdemont serî li Dadgeha Bilind ya Îspanya dabû û tawanên ser wî red kiribûn.

Puigdemont dîyar dike ku dema referanduma 1’ê Cotmehê, ti bûyerên tundûtûjîyê çênebûne û jiber vê jî nabe ku ew bi ‘’serîrakirin’’ê were tawanbar kirin.

Carles Puigdemont, ser fermana Îspanya ya bo girtina wî, di 25’ê Adarê de li Schleswig – Holstein ya Almanya hatibû desteser kirin.