Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas îro Çarşemê got ku ew dê hişyarîya rêwîngtîyê jibo welatên dervayê Ewrupayê heta dawîya Tebaxê dirêj bikin.
Lê, wî ragihand ku ew dê kontrola ser sînoran digel hemû cîranên xwe di nîva Heziranê de rakin.
"Di dema ku krîza vîrusa koronayê li gelek welatên Ewrupî pîçekê nerm dibe, Almanyayê hêşta ne xwedîyê sîstemek digel cîhanê ye e ku hatûçûyan bihelsengîne û hemahengîyê bike, bêyî ku bikeve bin metirsîyen mezin," Maasî got.
Wî bi berdewamî got ku ew nikarin Almanan bikin metirsîyê ku vê havînê careke din li seranserê cîhanê asê bimînin û geştîyarên ku vedigerin bê pişkîninan têkevin Almanyayê.
Maasî dîyar kir ku gelek geştîyar dixwazin biçin cîhên wek Tirkîyê, Amerîka, bakurê Afrîkayê û rojhilata başûrê Asyayê û ewê berê meha Îlonê bi berdevamî li hişyarîyên geştîyarîyê binêrin.
Almanya berê dîyar ragihandibû ku ewê qedexeya ser hatûçûya endamên Yekîtîya Ewrupa (YE), Brîtanya, Îzlanda, Norwêç, Lichtenstein û Swîsra ji 15’ê Hezîranê pê ve rakin, lê jibo hinek herêmên cûda rênmayên taybet yên hatûçûyan dê hebin.
Wezîrê Navxweyî yê Almanya Horst Seehofer jî îro got ku Almanya pêşve diçe û dê heta 15’ê Hezîranê kontrola sînorê digel cîranên xwe rake.
Wî, di heman demê de hişyarî da ku ger rewşa vîrûsê xirab bibe ew dê jinûve rewşê binirxînin.
“Rênmayên heyî, jibo kesên ku ji welatên ne endamên YE tên Almanyayê dê heta dawiya Hezîranê were dirêj kirin,” Maas got.