Qanûnên Nû Yên Almanya Derbarê Penaberan Çi Bandor li Ser Revenda Kurd Heye?

Arşiv: Xwepêşandan Almanên Rastgir li dij siyaseta hikûmeta Berlin li hember wergirtin û pêşwaziya penaber û koçberên biyanê. Deriyê Brandenburg Berlin, Adara 2016.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz û 16 parêzgarên eyaletên Almanyayê vê dawîyê li ser tedbîrên nû yên tund hember pirsa koçberî û penaberiyê li Almanya lihev kirin.

Li gor vê yekê, dê rê li ber jimareya zêde ya koçberên ku diherikin welêt were girtin. Ew dê herwiha bigihin lihevkirinekê li ser mijarekê ku ji hikûmetê re bûye pirsgirêkeke siyasî ya mezin. Di nav civakê de jî ew her dimîne mijareke germ.

Ev guhertina qanunên koçberî û penaberiyê li Almanyayê rasterast bandorê li ser gelek kes û malbatên civaka Kurd jî li wî welatî dike. Heta niha bi dehan Kurd hatine dersînor kirin û bi sedan kes jî li benda biryara dawî ya dersînorkirinê ne.

Li gor lêkolîneke nû ya zanîngeheke Almanî, dora 1.3 milyon Kurd li Almanyayê hene. Ew yek ji revendên herî mezin li wir welatî ne.

Dengê Amerîka di Mijara Rojê de ev pirs bi pispor û kesên elaqedar bi rewşa penaber û koçberan re bi şêweke giştî û penaberên kurd li Almanya bi taybetî heye gotûbêj kir.

Giyasedîn Sayan ku demek dirêj e li Almanya dijî û heta sala 1995'an Serokê Civaka Kurd bo Yekîtiya Netewan li Almanya bû.

Xiyasedîn Sayan

Birêz Sayan 16 salan jî endam û serokê parlamentoya Berlin bû. Niha jî endamê Komela Civata Kurd li Almanya ye û endamê Komela parlamentoyên Almanya yên xanenişîn e.

Derbarê bandora biryarên nû yên Almanya li ser penaberan bi giştî û li ser revenda Kurd bi taybetî, Sayan got ku "Biryara Almanya û ya hemî welatên Ewrupa tundkirin û guhertina hin qanûn derbarê koçberî û penaberiyê ne."

Sayan van yasa û biryarên Almanya di çarçoveya ku gelên Ewrupî û partiyên rastgir û nijadparêz li hemî Ewrupa daxwaza tedbîrgirtinê li hember biyaniyan ji hikûmetên xwe dikin, herwiha Ewrupa jiber ku pêwîstîya wan bi karmend û kesên pispor û karker heye, ew dixwazin rê zêdetir bidin wan kesên şareza û karker ji kesên ku bêkar in û li ser hesaba dewltê dijîn, hewil didin rêyekê ji wan re bibînin û wan bişînin welatên wan.

Sayan herwiha derbarê Kurdên Îraqê got Almanya bi 100,000an Euro mezaxtin da ku zeviyên mînan li Şengalê û herêmên din paqij bikin berî ku hin penaberên ku mercên dersînorkirinê ji wan digirin wan bişînin Şengalê.

Şêx Merwan Mîrza

Şêx Merwan Mîrza, kesayetiyê Civaka Êzidî li Almanya got, "mixabin ku ew gelek xemgînin jiber ku Êzidî jî weke hemû penaberan bê maf dihêlin û wan dişînin Îraqê, diviya bû Almanya Êzidî ji wan biryaran derxist baya."

Şêx Merwan berpirsên hikûmeta herêmê û yên Îraqê bi vegerandina Êzidiyan ji Almanya tawanbar dike.

Ew herwiha îdîa dike ku di dema serdana Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Derve yê Îraqê ya Almanya biryara vegerandina penaberan hatiye dayîn.

"Em zû de bi vê yekê hesiyan, dema ku Serokwezîr Sûdanî û Fûad Hisên hatin Almanya daxwaz kirin ku wan kesan vegerînin Îraqê."

Şêx Merwan dibêje jiber ku gelek caran Êzidî rastî komkujiyan hatine, ne dibû Êzidiyan bişînin malên wan, Merwan got "Heta niha 27 kesên Êzidî vegerandine, ji wan 23 vegerandine Îraq û herêma Kurdistanê û 4 jî vegerandine Yûnanistanê."

Yûnis Bahram

Yûnis Bahram, Serokê Foruma Almanî-Kurdî li Dresden ku şarezayê siyaset û qanûnên Almanya yên li hember penaber û Koçbera ye û pisporê civaka kurd û Alman e, ew qanunên nû yên Almanya bi hin xalan girê dide.

"Pirsgirêka penaberan li Almanya ji sala 2015'an destpê kirîye dema ku pêlên wan bê kontrol û bê tedbîr û bê sînor derbazî welat bûn, ev kelemeke mezin li hember pêşketina partiyên Alman yên sereke bû, û weha bû ku partiyên nijadperest sûdê ji wêna bigirin."

Bahram dibêje "Xala duyan ya giring hatina penaberên Ukraynî ye, milyonek û 200 hezar penaberên Ukraynî hatine Alman, vê jî ciyekî taybet divê."

Ew dide zanîn ku sedema tundkirin û guhertina xalên girêdayî penaberan "gefên Erdogan in" yên ku berdewam hinartina penaberan weke kartekê li dijî Almanya bi taybetî û welatên Yekîtîya Ewrupa bi giştî bikar tîne, li gor axaftinaBahram.

Your browser doesn’t support HTML5

Li Almanya Guhertina Qanunên Penaberiyê Û Bandora li Ser Penaberên Kurd