Almanya Bang li Brîtanya û Fransa Dike ku bo Îranê Bersîvekê Hazir Bikin

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dîyar kir ku Brîtanya, Fransa û Almanya divê ji bersîvên bo Îranê yên jiber binpêkirina peymana navokî re hazir bin.

Maas da zanîn ku Ewrupa dixwaze ku berevanîya Peymana Navokî ya bi Îranê re bike, lê jiber binpêkirinên Tehranê divê xwe ji bertekan re amade bike.

Wî got ku Îran divê li gor peymana navokî tevbigere û ger wisa tevnegere ewê mafên xwe yên bersîvdanê bikar bînin.

Wezîrê Alman amaje kir ku Îran tevî ranagihîne jî uranyuma xwe dewlemendtir dike.

Maas dîyar kir ku ew dê bi hevtayên xwe yên ji Fransa û Brîtanya re ser vê mijarê bicive.