Berpirsên Xweserîya Demokratîk ya Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê roja Duşemê 4 zarokên êtîm yên malbatên DAIŞê radestî Nûneratiya Hikûmeta Almanya kirin.
Ajansa Frans Press dide zanîn ku ji Desteya Têkiliyên Derve ya Îdara Zatî ragihand ku, Fener Geêt ji desteya têkiliyên derve yên Îdara zatî di preskonferensekê li deriyê Sêmalka yê Sinorî gotîye"Îdara zatî 4 zarokên êtîm yên ji malbatên DAIŞê ku ji Almanya tevlî DAIşê bûbûn, radestî hikûmeta Almanî hatine kirin".
Fener herwiha gotiye, 3 zarok ji wan bê dayîk û bav in, lê diya yê Çaran hêjî saxe". Peyvdarê wezareta derve ya Almanya gotîye Ajansa Frans Press li deriyê sinorî yê di navbera Îraq û Sûriyê de 4 zarok radestî nûnerê Konsulxaneya Alman ya li Hewlêr hatine kirin û ewê radestî malbatên wan bihên kirin û ber bi Almanya wan bişînin".
Wek tê zanîn ku hezaran zarok û malbatên çekdarên DAIŞê di şerên dawiyê de yên li Baxoz û herêmên din yên Dêrezorê ketbûn destên Hêzên Sûriya Demokrat HSDê û niha li kampa Holê di rewşek dijwar ya jiynê de dijîn. Gelek welatan heta niha red kirîye ku çekdar, zarok û malbatên DAIŞê vegerînin. Ev cara yekê ye Almanya zarokên DAIŞê werdigire.
Berpirsên Kurd di Îdara Zatî de dibêjin, ji ber rewşa xerab ya Kampan zarok dimirin û bang li civaka navnetewî dikin ku çareseriyek jibo dehan hezar jin û malbatên çekdarên DAIŞê bihê dîtin.