Balyoza Amerîka li Îraqê: Me 3.6 Mîlyar Dolar Alîkarî Daye Penaber û Koçberan

Balyoza Amerîka li Îraqê Alina Romanowski

Balyoza Amerîka li Iraqê Alina L. Romanowski roja Çarşemê ragihand ku Amerîka zêdetirî 3.6 milyar dolar alîkarî daye kesên koçber û penaber li Îraqê.

Di axiftina xwe ya di merasimek taybet de derbarê koçber û penaberan li Herêma Kurdistan pêşkeş kirî de, balyoz Romanowski ragihand, ku piştî şerê sala 2014ê li dijî DAIŞê, me zêdetirî 3.6 milyar dolar alîkarî pêşkêşî koçber û penaberan kirîye li Îraq û Herêma Kurdistanê.

Romanowski, di pêşiya axiftina xwe de sopasiya Herêma Kurdistanê kir ku bi dirêjiya çendîn salan Herêmê zêdetirî 1 mîlyon koçber û penaber vehewandine.

Herwiha ji sala 2003'an berî êrîşa DAIŞê ya berfireh li herêmê sala 2014an, me yek mîlyon dolar alîkarî dabû koçber û penaberan.

Wê balkişand ser hevkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, rêxistinên navdewletî û civaka navnetewî ji bo gihandina alîkariyan û hêsankirina vegera koçberên Îraqî bo ser mal û warên wan.

Balyozê Amerîka daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêmê kir ku vegerandina koçberan bo malên xwe bi "rûmet û rêzgirtin" were kirin.

Wê tekez kir ku, "Nabe zext li koçberan were kirin da ku li kampan bimînin, û ne jî wan neçar bikin û bê hezkirin wan vegerînin malên wan."