Di 27'ê Cotmehê de, wê Almaniya, Frensa, Rûsiya û Tirkiyê li hev kom bibin li Tirkiyê ji bo goftûgokirina rewşa Idlibê û kêşa penaberan.
Di derbarê vê kombûnê û pêvajoya wê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û şîrovekarê siyasî Alan Hesen re kir.
Li gorî dîtina nivîskar Hesen, ev kombûn wê bikêrhatî be ji rewşa nuha ya Sûrî re, bi taybetî li Idilibê û dibêje: Ev her çar welat, rola wan a girîng di Sûriyê de heye û dikarin çareseriyekê ji bo rewşa Idilbê û penabran peyda bikin .
Hesen bal kişand ser rola Îranê di Sûriyê û got Rûsiya û welatên bihêz dixwazin rola Îranê di hundirê Sûriyê de lewaz bikin.
Your browser doesn’t support HTML5