Dadgeha Bilind ya Alabama Embrîyoyên Cemidandî Wek Mirov Qebûl Kir

Dadgeha Bilind ya eyaleta Alabama ya Amerîka

Dadgeha Bilind ya eyaleta Alabama ya Amerîka do Sêşemê biryar da ku embrîyoyên cemidandî yên ku rêbaza in vitro fertilization (IVF) hatine wergirtin xwedîyê maf in ku wek kesitîyeke qanûnî werin dîtin.

Wateya biryara Dadgeha Bilind ya istana Alabama ew e ku embrîyoyên ku bi rêbaza in vitro fertilization (IVF) hatine peyda kirin, li gor qanûnên eyaletê zarokên jîndar in.

Dadgehê bi vê biryara xwe de, mohreke dîrokî li ser têkoşîna mafên zêdebûna zayendî lêda û biryareke mînakî bu dikare bandore li ser dozên siberojê bike.

Dadgehê bi vê biryarê ne tenê wan embrîyoyan wek zarokên xwedî mafên qanûnî nas dike, herwiha rê li ber bandorên ser dozen girêdayî mafê deûbavî ya li ser jîyana zarokan û ser dozên girêdayî mîrasê jî vedike.

Piştevanên vê biryarê dîyar dikin ku naskirina embrîyoyên IVF wek zarokên jîndar jîyana wan diparêze û xweşhalîya wan misoger dike.

Lê, rexnegirên biryarê fikarên xwe yên ser sînordarkirina mafên zêdebûna zayendî û xeterîya ser mudaxeleya biryarên kesane yên dora tedawîyên girêdayî pirsgirêkên zayînê dîyar dikin.

Pispor bal dikşînin ku ew biryar nîşan dide ku pûçkirina qanûna Roe v. Wade ya ji alîyê Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîka çawa dikare di gelek qadên din yên saxlemîyê de mafê gotina dawî bide rêvebirîyên eyaletan.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Amerîkî (Supreme Court) di 24l Hezîrana 2022'yan de biryara dîrokî ya Roe v. Wade pûç kiribû ku jiberbirina zarokan (kurtaj) wek mafekî federal ya jinan qebûl kiribû.

Qanûna Roe v. Wade di sala 1973’an de hatibû pejirandin û prosedura jiberbirina zarokan li seranser Amerîka xistibû rengekî qanûnî.

Jêder: NPR, Axios, VOA