Piştî rakirina ala Kurdistanê li ser dezgehên hikûmî li Kerkûk, cade û xelk çi Kurd û çi netewên din livîn û her yekî bi rengekî der birîn kir wek Kurd xweşhalîya xwe der birîn û gotin divîyaba ji mêjve ev pêngav hatiba avêtin.
Tirkmanan jî bi xwenîşadanan nerazîbûna xwe dîyar kirin ku bi bilindkirina ala û dîsa parlemana Îraqê jî bi Sunnî û Şîa dijî vê biryarê deng dan.
Lê, parêzgerê Kerkûkê û civata parêzgehê li ser biryara xwe rijd in û serokatîya Herêma Kurdistanê jî ev pêngav bi yasayî da zanîn.
Your browser doesn’t support HTML5