Akşener Dibêje Ewê di 14'ê Gulanê de Kiliçdaroglu Bikin Serokomarê Nû

Seroka Partîya Baş Meral Akşener dîyar kir ku ewê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de Hevpeymanîya Netew bi ser keve.

Akşener bang li hemwelatîyan kir ku di 14’ê Gulanê de li sindoqan xwedî derkevin.

‘’Emê di 14’ê Gulanê de, Erdogan bi rêzdarîyeke mezin oxir bikin û emê jibo Kiliçdarolgu li meqamê serokomarîêyê çepikan lêxin.’’

Akşener got ku Kiliçdaroglu bi namûs e, dirust e û hemwelatî dixwazin ku ew bibe serokomarê 13yan.

Partîya Baş di Hevpeymanîya Netew de ye û di hilbijartinên serokmoarîyê de piştgirî dide Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu.

Anket raber dikin ku Kiliçdaroglu li hember desthilata Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berbijarê herî xurt e.

Jêder: Partîya Baş, Twitter