Akşener Piştî Êrîşa Çekdarî Helwesta Xwe ya Dijî Erdogan Tund Dike

Seroka Partîya Baş Meral Akşener piştî êrîşa çekdarî ya bi ser avahîya Stenbolê ya partîya wê de ji Twitterê bang li Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Akşener dîyar kir ku di dewra desthilata Erdogan de hemî êrîşên dijî mala wê, hevalên wê yên dozê bê ceza mane.

‘’Îro jî êrîşa çekdarî birin ser seroktîya me ya li Stenbolê Recep Beg!’’ Akşener nivîsî.

Wê bang li Erdogan kir ku guleyên xwe vekişîne û bi xwe were.

Walîtîya Stenbolê ragihand ku wan ser êrîşa çekdarî dest bi lêpirsînê kiriye.

Partîya Baş radigihîne ku di êrîşa çekdarî de gule li pencereyên avahîya li Merter ya Stenbolê ketine.

Jêder: Twitter