AKP bo Encamên Hilbijartinê yên Enqere û Stenbolê Pêdeçûnê Dike

Berdevikê Partîya Dad û Peşveçûnê (AKP) Omer Çelîk dîyar kir ku ewê dijî encamên hilbijartinê yên Enqere û Stenbolê pêdeçûnê bikin.

Çelîk da zanîn ku li hin sindoqan Stenbol û Enqere zabitname ne wek hev in.

‘’Bo zabitname rast bibin em dê pêdeçûnê bikin û ji vê normaltir tiştek tune.’’ Çelik got.

Çelik bi berdewamî dîyar kir ku encam çi be ew dê bêjin ‘’fermana gel e’’ û li gor wê tevbigerin.

Li gor encamên nefermî, li Enqere û Stenbolê, dijî AKP’ê berbijarên Partîya Komarî ya Gel (CHP) bi ser ketin.

Hêjayî birxistinê ye ku HDP bang li hilbijêrên xwe kiribû ku li her du bajaran piştgrîyê bidin berbijarê CHP’ê.