Guhertina AKP’ê Ber Bi Kîjan Alî Ve Diçe?

Ji Çalakîya AKP'ê, Enqere

Pispor û rojnamevanên ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ji nêz ve dişopînin radigîhînin ku AKP dixwaze ku vegere kodên xwe yên berê û guherandineke bi giştî bide destpêkirin.

Rojnamevan Hîlal Koylu, ku AKP’ê ji nêz ve dişopîne, rewşa guherandina AKP’ê ji Dengê Amerîkayê re nîrxand.

“AK Partî li benda guhertina li Kabîneya Serokomaiyê ye. Di nav kesên ku dê ji kar derkevin Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Çandiniyê herî zêde têne behiskirin.

Di derbarê Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya de jî gelek nîrxandin tên kirin. Çavkaniyên nêzî Serokomar Erdogan dibêjin ku Alî Yerlîkaya dê karê xwe bidomîne.”

Hîlal Koylu, Rojnamevan


Piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an AKP, piştî 22 salan şûn de cara yekê li hemberî Partîya Gel ya Komarî (CHP) winda kir.

Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî ev têkçûn di axiftinên xwe de pejirandibû.

Li ser vê jî AKP’ê stratejîya guherandinê da pêşîya xwe û di 29 Gulana 2024’an de, 31’emîn Civîna Lêkolîn û Nîrxandinê 3 roj li Kizilcihamam’a Enqerê pêk anî.

Piştî vê civînê Erdogan, di qisedanê xwe de behsa nûkirina destûra bingehîn, pêşxistina demokrasî û guhêrandinê kir.

Serokê Lêkolîna Optîmarê Hîlmî Daşdemîr, ku nêzîkî hikûmetê ye û ev kampa AKP’ê jî di nêz şopand. Daşdemîr, civîna AKP’ê ji Dengê Amerîkayê re rave kir.

Hîlmî Daşdemîr, Serokê Lêkolîna Optîmar


“AK Partî, ji demeke dirêj ve bi rêk û pêk kampê pêktîne. Belkî partiya herî rêkûpêk a Tirkiyeyê AK Partî ye. Lê AK Partî di dema damezirandina xwe heta niha cara yekemîn bû dûyem partî. Li ser destnîşankirina nexşerêya hin tiştên nû gelek nîqaş hatin kirin. Piştî vê civînê dê gelek xebat werin kirin. Di nav raya giştî de ji sedî 85 hêvîyeke guherandinê heye. Lê evan wê di warê kadro û hin tiştên din de bibin.”

Li ser vê civîna AKP’ê hê rojek derbas nebûbû ku li Colemêrgê qayum hate destnîşankirin. Ev yek jî wek “Erdogan û AKP vedigere ser kodên şidandinê” hate şîrovekirin.

Hevserokê Giştî yê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di axaftina xwe ya grubê de ragihand ku, “Erdogan ji demokrasîyê berjewendîya xwe ji guhertinê jî destnîşankirina qayuman dibîne.”

Kemal Avcî, Rojnamevan


Rojnamevan Kemal Avci jî ji Dengê Amerîkayê re radigîhîne ku, di polîtîkaya Erdogan de ti guhertinek nîne.

“AKP piştî ku sîstema serokomarîyê anî tevahîya welat polarîze kir û şidand. Demokrasî, serwerîya hiqûqê û makezagon bi tevahî binpêkir. AKP, dixwaze sîyaseta xwe ya berê ana jî birêve bibe. Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê daxazekî nermbûnê an jî hêvîyek hebû, lê piştî biryara Doza Kobanê û li Colemêrgê destnîşankirina qayumê ev hêvîyên qaşo jî ji holê rakir.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Enqerê - AKP û Bizavên Guhertinê