Di Nava Hevpeymanîya AKP û MHP’ê de Çi Diqewime?

Hevdîtina Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel û Serokomar û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan hîn jî bi firehî tê nîqaş kirin.

Piştî serdana Erdogan, Ozel ragihand ku di navbera AKP û MHP’e de şikestinek heye. Lê li ser vwê mijarê berdevkê AKP’ê Omer Çelîk dazanîn ku Hevpeymanîya Gel bi awayekî bibiryar didome.

Koordînatorê Giştî yê Lêkolîna DÎ-EN’ê Tacîre Baktaş dibje ku Serokê Gîştî yê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) Dewlet Bahçelî hevdîtina AKP û CHP’ê jibo xwe wek xetere dibîne.

“Serokomar Erdogan tabloyeke nû vedike. Mîna ku me hevdîtina yekê ya Erdogan û Ozgur Ozer û dû re jî jî Erdogan û Meral Akşener dît. Ev yek jî MHP’ê gelek eciz dike. Em dikarin bêjin ku di rojên pêş me de vê şikestinê zêde derkeve pêş.”

Baktaş dîyar dike ku Hevpeymanîya Gel di demên berê de jibo berjewendîyên AKP’ê kêrhatî bû, lê niha MHP, her ku diçe AKP dişidîne û tengezarî dike.

Daxuyanîyên Ozel ji alîyê MHP’ê ve bi tundî hate rexne kirin. Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî ecizîya xwe anî ziman û got ku heke pir tê xwastin bila mêza şeşqolî bi AKP’ê re îtifaq bike.

Serokê Giştî yê Lêkolîna Optîmarê Hîlmî Daşdemîr jî dibêje ku MHP li piştî îtifaqê ye û Bahçelî jî peyman da ku Serokomar bi kê re bixwaze dikare bicive.

“Di rojevê de hin niqaş û mijar hene. Derbarê bidawîbûna îtifaqa MHP û AK Partî de hin nîrxandin hatin kirin. Lê Bahçelî got, ‘Em li pişt îtifaqê ne.’ Di nav van nîqaşan de tiştê ku ez dibînim MHP armanc tê girtin, lê ev îtifaq hê jî bi xurtî didome.”

Kuştina Sînan Ateş, ku serokê berê yê Ulku Ocaklari ya rêxistineke nêzî MHP ye, pirsgirêka navbera AKP û MHP’ê kûrtir dike.

Gelek raportên medyayî îdia dikin ku Ateş ji alîyê MHP’ê ve hatiye kuştin.

Ozel li ser kuştina Ateş jî rawestîbû û rêvebirên MHP’ê nîşan dabû û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin ew tehdît kiribû.

Erdogan çend roj berê bi hevjîna Ateş re hevdîtin çekir û li gor lêkolînvan Îbrahîm Uslu, tiştê ku Bahçelî eciz kirîye ev hevdîtin e.

“Pirsgirêka navbera AKP û MHP’ê li ser kuştina Sînan Ateş e. Di demên berê de jî hin tişt hebûn, lê piştî ku Erdogan bi jina Ateş re hevdîtin çêkir, MHP pirtir hêrs bû. AKP dema behsa normalkirinê dike, ew jî li ser MHP’ê erênî bandor venade." Di navbera AKP û MHP’ê de dikarim bêjim ku rageşî û nakokîyek heye.”

Heta niha ne zelal e ku siberoja peywendîyên AKP û MHP wê çawa be, lê piştî nêzîkbûna AKP û CHP hinek bendewarî di nava bîragiştî de çêbûye ku Erdogan dikare ji sîyaseta tund û cûdakar dûr keve û dest bi guhertinên demokratîk bike.