AKP'ê Karbidestekî Xwe Piştî Nerazîbûnên Ser Lîsta Berbijaran ji Kar Dûr Xist

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), serokê partîyê yê bajarê Orduyê ji kar dûr xist.

Serokê AKP’ê yê Orduyê Halît Tomakîn ji Twitterê ragihandibû ku şênîyê bajêr ji lîsta berbijarên parlamanterîyê ne razî ye.

‘’Ez dikarim ji vir bang li serokomarê me bikim, çinku dengê me nagihînin wî’’ Tomakîn li ser Twitterê nivîsîbû.

Wî dîyar kiribû ger Erdogan wî nebihîse ewê nêzî karvekişînê bibe.

AKP’ê ragihand ku li şûna Tomakîn, Selman Altaş hatiye erkdar kirin.

Twitter: AKP, Gazeteduvar