Akar Dibêje 42 Hezar Sûrî bi Dilxwazî Vegerîne Welatê Xwe

Hulusî Akar

Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusî Akar îro Sêşemê red kir ku di dema erdhejê de pêleke nû ya penaberên Sûrî hatiye nava axa Tirkîyê.

Akar da zanîn ku piştî erdhejên dawîyê 42 hezar Sûrî bi dilxwazî vegerîne welatî xwe.

Akar herwiha got ku wan avahîyên artêşê yên li herêmên erdhejê ji gel re vekirine û bi 70 helîkopterên xwe alîkarîyên ku lo nav û dervayê welêt hatine, digehînin mexdûrên erdhejê.

Opozîsyona Tirkîyê rexne li artêşê dike ku çima di bersîvdana erdehêjên wêranker de roleke karîgetir nelîstîye, lê Akar Dibêje wan ji destpêkê heta niha karekî bi bandor dikin.