El Cezîre Dibêje Kameramanê Wê yê li Gaza Hatiye Kuştin

El Cezîre îro Înê ragihand ku kameramanê wê yê li Gaza hatiye kuştin.

Wê sazîya medya berî kuştinê ragihîne dîyar kiribû ku kameramanê wê Samer Ebu Deqa dema bombebarana li dibistanekê dişopandiye tevî hevpîşeyekî xwe birîndar bûye.

Tîmên rizgarkirinê negihiştine Ebu Deqa ku wî rakin nexweşxaneyê, lê termê wî hatiye dîtin.

El Cezîre dîyar dike ku rojnamevan bi muşekeke ji dronê hatiye firandin hatine armanc kirin.

Sazîyên medya didin zanîn ku li Gaza ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşan de bi qasî 100 rojnamevan hatine kuştin.

Jêder: Reuters, AFP