Cîhada Îslamî got ku wê roja Yekşemê ji Kerta Gazayê mûşek havêtine Orşelîmê, dema ku pevçûna di navbera çekdarên Filistînî û Îsraîlê de ketîye roja sêyemîn.
Yekîneyên Orşelîmê, baskê leşkerî yê bizava Cîhada Îslamî, di daxuyaniyekê de gotin ku wan "mûşek havêtine" bajarî.
Artêşê got ku sîrenên êrîşa asmanî lêdan roja Yekşemê li herêma Orşelîmê, dema ku çekdaran li Kerta Gazayê di roja sêyem da gullebarana ser Îsraîlê berdevam kirin.
Peyamnêrên AFP'ê yên li Orşelîmê, demek kurt piştî sîrenan dengê du teqînan bihîstin, li gorî raporên destpêkê du mûşekên ji Gazeyê li esmanî ser bajarî da hatine xistin.
Li alîyê din ve Wezareta Saxlemîyê ya Filistînê roja Yekşemê ragihand ku hejimara kuştiyên tundûtûjiyê li Gazeyê gihîştiye 32 kesan, di nav wan de 6 zarok hene.
Hate gotin ku qurbanî ji roja Înê ve di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin û herwiha 215 kes jî birîndar bûne. Karbidestên Îsraîlî tawanbarîyê red dikin û dibêjin ku zarok roja Şemîyê bi mûşekeka ji alîyê çekdarên Gazeyê ve hatîye havêtin hatine kuştin lê ev mûşek negihiştîye Îsraîlê.
Artêşê Îsraîlê îro Yekşemê ragihand ku, 20 endamên koma Filistînî ya Cîhada Îslamî bi şev ji alîyê hêzên ewlehîyê yên Îsraîlê ve li Kenara Rojava hatine girtin.
Artêşê di daxuyaniyekê de got nêzîkî 20 gumanbarên endamên Cîhada Îslamî ji derdora Kenara Rojava hatine birin.