Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî di 2ê Cotmeha 2017’an de piştî ket Konsulxaneya Erebistana Saudî ya li Stenbolê hat kuştin. Lê heta niha termê Xaşiqçî nehatîye dîtin.
Di ser kuştina Xaşiqçî re 100 roj derbaz bû. Bi vê minasebetê rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) xwepêşandanek sembolîk lidar xist.
Rexistînê îro daxuyanîyek li ber derîyê konsulxaneya Erebîstana Saudî da û navê kolana Akasya ya konsulxaneya Erebîstana Saudî tê de ye, kir “Kolana Cemal Xaşiqçî.”
Gelek kes tevlî vê xwepêşandanê bûn.
Berpirsa kempeyna ya Amnesty Goksu Ozahishali daxuyanî xwend.
“Lêpirsînên rayedarên Erebîstana Saudî tenê jibo xapandinêye em bawer nakin ku pêvajoyek edîl û pêbawer were bi revêbirin. Rayedarên Saudî li ser bûyera Xaşiqçî dixwaze kesên rojnamêvan kesên di opozîsyonê cih digrin û di welatên din dijîn werin tirsandin.”
Ozahishali di berdewama axaftina xwe de hewldanên desthilatdarên Tirk yên jibo lêpirsîna sûcdarên Xaşiqçî got ew memnûn in.
“Pêwîst e bûyera Xaşiqçî bibe mijara lêpirsînek navneteweyî. Em wekî Rêxistina Lêxweşbûnê bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku di çerçoveya kuştina Xaşiqçî de binpêkirina mafan û îşkenceya hat kirin lêpirsînek serbixwe were kirin. Em jibo Xaşiqçî edaletê dixwazin.”
Your browser doesn’t support HTML5