OpenAI, Google û Kompanîyên Din Wê Berhemên AI bi Nîşaneke Taybet Dîyar Bikin

Qesira Sipî îro Înê ragihand ku kompanîyên kompanîyên Hişberîya Çêkirî (Artificial Intelligence/AI) yên wek OpenAI, Alphabet û Meta Platforms pêgirîya xwe ya dilxwazî ji wê re ragihand ku ewê berhemên ku ji hêja AI tên çêkirin, bi nîşaneke taybet dîyar bikin.

Kompanîyên Hişberîya Çêkirî, bi armanca ewletirkirina vê teknolojîyê pêgirîya xwe ji însîyatîfa rêvebirîya Biden re nîşan didin.

Şîrketên Hişberîya Çêkirî, ku nava wan de Anthropic, Inflection, Amazon.com û şîrika OpenAI, Microsoft jî hene, soz didin ku sîstemên xwe piştî testên rekûpêk bişînin bazaran û pêzanînên ser çawatîya kêmkirina rîskan parve bikin û berhemkarîya ser ewlekarîya sîberî xurttir bikin.

Pisporên teknolojîyê biryara wan kompanîyên hêzdar wek qezenceke girîng ya rêvebirîya Biden dibînin ki hewil dide rêbazeke nû ya kontrolkirina teknolojîyê biafrîne.

"Em pêşwazîya rêbertîya Serok dikin ku kompanîyên teknolojîyê tine ba hev ku pêngavên berbiçav werin avêtin ku AI ewletir û parastîtir bike û pirtir têxe xizmeta civaka giştî," kompanîya Microsoft îro do loga xwe de got.

Di demên dawî de teknolojîya Hişberîya Çêkirî ya mêna ChatGPT gelek hatiye ecibandin û karînerên wê teknlojîyê gelek zêde bûye. Beramber wê yekê, qanûndanêr jî li rêkên nû digerin ku bikanibin xeterîyên pêkan ya vê teknolojîyê li ser civak, ewlekarîya netewî û aborîyê kontrol bikin.