Medyaya bi ser opozisyona Sûrî ragihand ku serçekdarê koma Ehrar El-Şerqîyê, Ahmed Feyad El-Hayês (Ahmed Ihsan Fayyad al-Hayes), ku bi navê Hatim Ebû Şeqra (Abu Hatem Shaqra) tê nasîn, ji fakulteya zanistên sîyasî û têkilîyên navdewletî ya Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê der çûye û bawername wergirtiye.
Li gor agahîyên ku Dengê Amerîka berhev kirine Ebû Şeqra ji Dêrezorê ye û di destpêka şerê Sûrî de tev li nav Cebhet El-Nusra bûye ku baskê El-Qaydê li Sûrîyê bû. Wî piştre gruba Ehrar El-Şerqîyê ava kiriye ku beşek ji Artêşa Netewî ya Sûrî ye.
Jêderên agahdar dîyar dikin ku Ebû Şeqra ti fêrbûn nedîtîye û ti bawername pêre tuneye. Lê, wî bawernameya sextet ya “Bekelorya” ji nivîsgehekê li bajarê Babê ya bin destê Tirkîyê û çekdarên bin kontrola wê bi dest xistiye û bi wê ketiye zanîngeha Tirkîyê.
Çalakvanên Kurd û Sûrî îdia dikin ku Ebû Şeqra mîna gelek rêvebirên opozisyona Sûrî û komên çekdar, hemwelatîbûna Tirkî sitandiye û di hilbijartinên vê dawîyê de dengê xwe daye.
Çalakvan bawer dikin ku Ebû Şeqra jiber gelek sûc û binpêkirinên dijî Kurdan û bi taybet Kurdên Êzîdî li Efrînê berpirs e ku komkujîya şeva Newrozê li bajarokê Cindirêsê ku 4 sivîlên Kurd bi destê çekdarên girêdayî wî hatibûn kuştin.
Rêxistinên mafên mirovan yên wek Amnesty û HRW di raportên xwe de dîyar kirine ku komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve li herêmên dagîrkirî, mafên mirovan binpê dikin û gelek sûcên şer û yên dijî mirovahîyê pêk tînin.
Hêjayî birxistinê ye ku Ebû Şeqra di Cotmeha sala 2019’an de, dema êrîşa Tirkîyê ya dijî Serêkanîyê û Girêsipî sîyasetvana Kurd û sekretera Partîya Sûrî ya Paşerojê Hevrîn Xelef teror kiribû.
Rêvebirîya Amerîkî di sala 2021’an de Ebû Şeqra xistibû lîsta reş û ceza li wî û koma wî Ehrar El-Şerqîyê dînabû.
Wezarta Xezîne ya Amerîkî dîyar kiribû ku Ebû Şeqra û Ehrar El-Şerqîyê mafên mirovan binpê dikin û kiryarên wek kuştin, revandin, êşkencekirin û destdanîn ser milkê derbideran kirine û çekdarên DAIŞ’ê di nava xwe de hewandine.
Your browser doesn’t support HTML5