Giwaştinên Ser Medya li Tirkîyê Didomin, Îro ji Ahmet Şik Hate Desteser Kirin

Polîsên Tirk îro Pêncşemê rojnamevanê navdar Ahmet Şik, jiber nivîsên wî yên li ser medyaya civakî, li Stenbol'ê desteser kir.

Desteserkirina Şik, ê ku berê jî bi qasî salekê di girtîgehê de mabû, vê carê hema li dû rûniştina dadgehê ya nivîskar Asli Erdogan û zimanzan Nemîye Alpay rast hat.

Şik desteserkirina xwe bi twîtekê ragihand.

''Ez têm desteser kirin. Jiber twîtekê, min dibin dozgerîyê'' Şık di twîta xwe de nivîsî.

Hin ajansên nêzî hikûmeta Tirk dan zanîn ku Şik jiber ''propagandaya terorê'' hatiye desteser kirin. Şik di sala 2011-2012'an de jî jiber pirtûk xwe ya bi navê ''Artêşa Îmam'' ku li ser Fetullah Gulen nivîsibû hatibû girtin û kitêb ji alîyê hikûmetê ve hatibû qedexe kirin.

Karbidestên Tirk, Gulen berpirsê hewila darbeyê dihesibînin ku ew niha li Amerîka dimîne. Piştî hewila darbeyê, li Tirkîyê gelek nivîskar û rojnamevan hatine girtin.

Hêjayî balkişandinê ye jiber ku hikûmeta Tirk li ser jimara nivîskaran û rojnamevayên girtî tiştekî fermî nabêje, tenê sazîyên navneteweyî yên rojnamevanan hejmara girtîyên radigihînin.

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW), di raporta dawî de dîyar kiribû ku li Tirkîyê 148 rojnamevan girtî ne û ji hewila darbeyê vir ve li Tirkîyê 169 sazîyên çapemenîyê hatine girtin.