Amerîka Roja Serxwebûnê Pîroz Dike

Welatên Yekgirtî yên Amerîka, îro 4î Tîrmehê weke roja Serxwebûna Amerîka bi çalakiyên kevneşopî yên weke avêtina lîstikên agirîn, hatina bahev ya malbat û hevalan li sernaserî welat pîroz dike û peyveke taybet ji aliyê serok Donald Trump li vê bîranînê dê bihê pêşekş kirin.

Amerîka li paytext Washington û li National Mall bîranîna 4î Tîrmehê roja Serxwebûna xwe ji Brîtanya ya sala 1776 bi beşdarîya 100 hezaran kesan û bi avêtina lîstikên agirîn yên mezin pîroz dike.

Trump îsal weke "Rêzgirtin li Amerîka" dê bi rêya encam dana meşeke leşkerî balê bikişîne ser hêza leşkerî ya Amerîka û dê peyvekê ji Peykerê Abraham Lincoln pêşkeşî gel bike.

Di twîtekê de, ya roja Çarşemê Trump ev bûyer weke "Meşa dîrokî" binav kirîye.

Di bîranîna 243an de ya serxwebûna Amerîka de, serok Trump "4 Tîrmehê Pîroz Be" arasteyî gelê Amerîka kir û dîsan got "Xelk îro û îşev ji herêmên dûr û bi berfirehî dê beşdariyê bikin, ev bîranîn dê weke mezintirîn Kerneval be di dîroka welatê me de, "Rêzgirtin Bo Amerîka" dê hemû rojê li cem Peykerê Lincoln berdewam bibe û di astek mezin de dê nîşandana firînên, firokên herî pêşketî li cîhanê pêk bê", Trump got.

Wezareta Berevaniya Amerîka jî, erê kir ku Wezîrê Berevaniyê yê Karbirêveber Mark Esper û serfermandarên di asta herî bilind de û fermandarê Hêzên Hevbeş yên Amerîka general Joseph Dunford vexwendina beşdariyê di festîvalê de erê kirine.

Di bîranînê de, dê gelek berpirsên din yên leşkerî û hêzên deryayî yên Amerîka û malbatên wan beşdar bibin, 5000 blêt bo leşker û malbatên wan hatine veqeteandin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku, tedbîrên ewlekarî yên berfireh hatine stendin û hemî rêyên têne ciyê meşê hatine girtin, di dema amadekirina vê raportê de meşa leşkerî li cadeya sereke ya ciyê festîvalê destpêkir û ber bi bingeha silavê diçin ku dê ciyê wê yê sereke avahiyê peykera Abraham Lincoln e.